Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî bajarên Êlih, Kirikkale, Sêwas, Bûrsa, Meletî, Riha, Sêrt, Duzce û Mereşê li Enqereyê jî ji ber zêdebûna rêjeya nexweşên Covîd-19ê derketina ji derve a kesên 65 salî û berjortir û nexweşên nexweşiya kronik hatiye qedexekirin.
Li gor vê çûna kesên 65 salî û berjortir û nexweşên nexweşiya kronîk ji bo cîhên komî, dawet, cinaze û bazarê hatiye qedexekirin.
Biryarên nû bi serokatiya Vasîp Şahîn, Walîyê Enqereyê di civîna lijneya Tenduristiya Gelî ya Bajêr de hatiye stendin.
Hatiye aşkere kirin, kesên ku biryaran pêknehînin wê bi 282em maddeya Qanûna Hifzissihaya Ûmûmî cezaya pereyan lê were birîn û kesên ku têkeve nava sûcên din jî dê bi 195em maddeya TCKyê derbarê wan de pêvajoya edlî bê destpêkirin.
Hefteya borî li bajarên weke Êlih, Kirikkale, Sêwas, Bûrsa, Meletî, Riha, Sêrt, Duzce û Mereşê li Enqereyê jî ji ber zêdebûna rêjeya nexweşên Covîd-19ê derketina ji derve a kesên 65 salî û berjortir û nexweşên nexweşiya kronik hatibû qedexekirin.(EKN/AY/FD)