Li Elmanyayê wesayît li girseya mirovan qelibiye: Kesek miriye û 30 kes jî birîndar bûne

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Berlîn, paytexta Elmanyayê wesayîtek li girseya mirovan qelibiye û herî kêm kesek miriye.
Li gorî nûçeya Deutsche Welleyê (DW), bûyer îro (8ê Hezîranê) danê sibê li navçeya Charlottenburg ku rojavayê Berlînê ye pêk hatiye.
Li gorî nûçeya Rundfunk Berlîn-Brandenbûrgê (rbb), rayedarên polîsan ragihandine ku di bûyera ku li kolana Rankestrasse ya Charlottenburgê pêk hatiye de herî kêm 30 kes birîndar bûne. Tîmên hawarçûnê daxuyanî dane û diyar kirine ku herî kêm kesek miriye.
Berdevkê Midûriyeta Polîsan a Berlînê Martîn Damsî jî diyar kiriye ku bûyer li herêmeke nêzî bulvara bazirganiyê ya navdar Kurfuerstendamm a paytextê pêk hatiye. Damsî daye zanîn ku kesekî ku şofêrê wesayîtê ye jî hatiye desteserkirin. Li gorî daxuyaniya Damsî, heta niha ne diyar e bê ka ew bûyer qeza bûye yan jî encama kiryareke bi qestî ye.(SD/AY)