Li Êlihê wê Festîvala çand û hunerê ya jinan pêk bê
Bername wê du rojan be û di bernameyê de wê konser, panel û lîstikên şanoyê û hin tiştên din ên hunerî hebin.

Li Êlihê wê bi navê “Jina Azad Hunera Azad”, festîvala çand û hunerê ya jinan pêk bê. Festîval wê bi serpereştiya Sanatça Organîzasyon, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Dewletê (KESK) Konfederasyona Karkerên Şoreşger (DISK) di navbera 21 û 22yê Çiriya Pêşiyê de li dar bike.
Di festîvalê de wê danasîna cil û bergên gelêrî bê kirin, fîlm û lîstikên şanoyê bên nişandan, pêşangeh, konser, kargeha zarokan, panel û dîwana dengbêjan li dar bikeve.
Bernameyên festîvalê wê li avahiya Petrol-Îşê ya Şaxa Êlihê, Hêwana Dawetê ya Elegance, li salona Yenî Sahneyê, avahiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Êlihê û çendîn cihên din pêk bên. (FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.