Li Êlihê Polîsan gule bera ciwanekî daye
Li Kolana Seyîtlera Êlihê bi iddiaya ku li dijî kontrola GBTyê derketiye polîsan gule bera ciwanê bi navê Sûat Şahînî daye û bi giranî birîndar kiriye.

Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Kolana Seyîtlera Êlihê Sûat Şahînê 21 salî bi guleya polîsan bi giranî brîndar bûye.
Bixwîne-“Polîsan di 14 salan de 404 sivîl kuştine”
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Şahîn duh li kolanê dema li dijî lisergerîn û kontrola GBT (Lêgerîna Agahiyên Giştî)yê derketiye, polîsan gule bera wî daye. Polîsên ku bi wesayîtên sivîl li kolanê bûne gule berdane çîq û cihê gurcikan ê Şahînî.
Polîsên ku Şahîn brîndar kirine, Şahîn kirine kaseya piştê ya wesayîta xwe û birine nexweşxaneyekî taybet. Di saetên êvarê de jî malbata Şahînî agahdar kirine.
Rewşa Sûat Şahîn girane û di rewşeke xetereya jiyanî de ye.
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.