Fotograf: Wikimapia
Walîtiya Êlihê bi biryarekê hemû çalakiyên li bajêr qedexe kiriye.
Li gorî daxuyaniya ku Walîtiya Êlihê li ser malpera xwe ya fermî aşkere kiriye ku "Ji bo li bajarê me ewlehiya netewî were sazkirin, sazûman û ewlehiya civakî were parastin, pêşî li sûckirinê were girtin, maf û azadiyên bingehîn û maf û azadiyên hinên din û asayişa giştî were parastin û pêşî li belavbûna bûyerên tundkariyê were girtin li navenda bajarê me" ji 22yê Îlonê heta 6ê Çiriya Pêşiyê ya 2020an ji bilî civîn, merasîm, şahî, vekirina standant û bernameyên weke van, hemû çalakî, civîn, xwenîşandan û bernameyên bi vî rengî heke destûr hebe wê werin kirin. Heke destûr nebe wê qedexe bin.
Walitîtiyê her weha di heman rojan de civîn, çalakiyên xwenîşandanê, daxuyaniya çapemeniyê, vekirina kon û standan û belavkirina belavokan û bernameyên weke van ên li derdora Girtîgeha Tîpa Myê ya Êlihê jî qedexe kiriye.
Walîtiyê her du biryar li gorî Qanûna Erk û Karbidestiya Polîsan a hejmar 2559ê daye. (FD)