Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
TSK(Hêzên Leşkerên Tirk) û AAS(Artêşa Azad a Sûriyeyê) li Sûriyeyê Operasyona Mertalê Firadê bi rê ve dibe. Li nêzîkî El Babê DAIŞê êrîşî leşkerên Tirkiyeyê kiriye û şeş leşker birîndar kirine.
Di 24ê Tebaxê de operasyon hatiye dest pê kirin û şerê di navbera DAIŞ û Artêşa Tirkiyeyê de dewam dike.
Li gor nûçeyên rojnameyan rewşa leşkeran baş e.
19 leşker hatin kuştin
Di operasyonê de, di 24ê Tebaxê de bi rokêtan 12 leşker hatibûn kuştin. Leşkerek bi qezayekê miriye. Bi êrîşeka hewayî sê leşkerên dî jî miribûn.
Hat îdiakirin ku êrîş balafirên bêbalafirajo ên Îranê kiriye.
Piştî 24ê Çiriya Paşiyê sê leşkerên dî jî di şerê digel DAIŞê de mirine(AS/MB)
Wêne: İzzet Mazi – Kilis / AA