Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê ku OSO û TSK bi hevparî dimeşîne de îro li El Babê di encama êrişan de 2 leşkerên Tirkiyeyê hatin kuştin.
Di wê êrişê de 3 leşker jî birîndar bûn.
TSKyê derbarê wê êrişê de daxuyanî da û got:
“Di 24ê Sibata 2017an saet 12.00an de li başûrê El Babê bombeya ku DAIŞê ji ewil ve di rê de bi cih kiribû teqiya ye û di encamê de 2 leşkerên me canê xwe ji dest dane û û 3 jî birîndar bûne. Rewşa birîndaran baş e.”
76 leşkerên Tirkiyeyê hata niha hatine kuştin
Operasyona Mertalê Firatê di 24ê Tebaxa 2016an de destpê kir.
Li gorî agahiyên ku bianet’ê ji ajans û siteyan bi dest xistiye, hejmara leşkerên Tirkiyeyê ku li Sûriyê hatine kuştine, derkete 76an.
Zêdeyî sivîl 47 kes hatin kuştin
DAIŞê îro di saet 10:00ê sibehê de DAIŞê bi ser qezayê Soran de ku li bakurê El Babê ye ve êriş pêk anî. Di encama êrişa bi wesayîta bombebarkirî de li gorî agahiyên berdest herî kêm 4u7 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetirê 60 kesan jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku zêdeyiya kesên mirî welatiyên sivîl in.
Kesên birîndar bi ambulansan ve birine nexweşxaneyên li Dilok û Kilisê.
(EKN/YO)