Li gundê Paşakoya Îpsalaya navçeya Edîrneyê ku li ser sînorê Yewnanistanê ye, 9 penaber ji ber seqem û sermayê mirin e.
Walîtiya Edîrneyê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku li gundê Paşakoya navçeya Îpsala ya Edîrneyê, 9 penaber ji ber sar û sermayê mirin e. Walîtiyê daye zanîn ku penaberên mirine, ji aliyê Yewnanistanê ve hatine dersînorkirin.
Daxuyaniya walîtiyê ya derbarê bûyerê de wiha ye:
“Di 2yê Sibata 2022an de li gundê Paşakoya Îpsala, navçeya Edîrneyê, 9 penaberên ku ji aliyê Yewnanistanê ve hatine dersînorkirin, ji ber sermaye mirin e. Penaberekî ku ji ber sermayê qerisiye jî hatiye xelaskirin û veguhestine Nexweşxaneya Dewletê ya Keşanê. Ji bo ku alîkariya tibî bidin penaberên li herêmê, xebatên me yên lêgerînê berdewam in. Têkildarî mijarê lêpirsîna edlî hatiye destpêkirin.”
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî derbarê mijarê de li ser medyaya civakî peyamek parve kiribû û gotibû ku 12 penaber mirin e.(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezpotamyayê