Li Edeneyê li dijî şaredariyên CHPyê operasyon hate lidarxistin
Polîsan di saetên sibê de bi ser şaredariyên Seyhan û Çûkûrovayê yên CHPê de girtin û 58 kes desteserkirin.

Li Edeneyê li dijî şaredariyên Seyhan û Çûkûrovayê yên Partiya Gel a Komarî(CHP) operasyon hat lidarxistin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîzekirî û Qaçaxçîtiyê yên Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr li ser îdiaya li şaredariyên Seyhan û Çûkûrovayê "di îmarê de gendeltî hatiye kirin" lêkolîn dabûn destpêkirin. Di vê çarçoveyê de ekîban bi awayekî hemwext bi ser şaredariyan û navnîşanên 61 gumanbaran de girtin.
Ekîban li avahiyên şaredariyê lêgerîn kirin û xebatkarên şaredariyê jî di nav de 58 kes desteserkirin. Kesên hatin desteserkirin piştî kontrola tenduristiyê ya li Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê birin midûriyeta polîsan.(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.