Li Edeneyê gelek kes hatine desteserkirin
Li Edeneyê polîsan di saetên sibê de bi ser gelek malan de girtine. Di encamê de gelek kes desteserkirine.
.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Polîsan di saetên sibê de bi awayekî hemwext li navenda Edeneyê û navçeya wê ya Ceyhanê bi ser gelek malan de girtine. Di encama serdegirtinan de gelek kes hatine desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê têkildarî sedema desteserkirina welatiyan tu zanyarî nehatiye girtin û diyar bûye ku kesên hatine desteserkirin birine Rêvebiriya Emniyeta Edeneyê.
Herweha çalakiya "Galatasaray ya Me ye" ya ku ÎHDya Şaxa Edeneyê xwestibû di 12ê Tebaxê de li Parka Înonû bike ji aliyê walîtiyê ve bi îdîaya ku "Aramiya giştî têk dibe" hatibû astengkirin û 39 mafparêz hatibûn desteserkirin.
(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.