Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Yuregirê ya Edeneyê dema ku wesayita polîsan derbas dibe, teqemeniyek teqiya ye.
Mahmut Demirtaş, Waliyê Edeneyê gotiye, yek jê polîs 4 jê jî welatiyên li derdorê bi giştî 5 kes birîndar bûne. Demîrtaşî ev agahî dane: “Rewşa birîndar an gelekî baş e. Ji bo kontrolkirina rewşa wan ew birine nexweşxaneyan. Rewşa polîsê me jî baş e.”
Li gorî zanyariyên li ber dest, saet di 07.20 deqîqeyên serê sibê li Taxa Selahattin Eyyubiyî dema wesayite polîsan derbas dibe, bombe teqiyaye. Di encama êrîşê de ziyan gihiştiye wesayita polîsan û wesayitên li derdorê.
Şaredarê Bajarê Mezin jî daxuyanî daye
Zeydan Karalar, Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê beşdarî bernameya Fox TVyê bûye û wiha axiviye: “Êrîşeke bombeyî birine ser wesayîta polîsan. Em jî ber bi wir ve diçin. Zanyariyên zêdetir li ber destê me nîne. Heta niha nûçeya şehîdan nehatiye guhê me. Em bi nûçeyeke xemgîn dest bi rojê dikin. Hindik maye em bigihêjin cihê bûyerê. Midûriyeta Emniyetê di mijara terorê de gelekî hesas e lê car caran tiştên wiha çêdibin.” (TP/FD)
Fotograf: AA