Fotograf: Joe Biden/ Twitter
Li DYAyê di Sêşema Super da li 14 eyaletan pêşhilbijartina serokatiyê ya Demokratan hatiye kirin. Li gor encaman heta niha Joe Bîdenî ji 11 eyaletan 8, Bernie Sandersê ku weke favori dihat nîşandan jî li 3 eyaletan bi ser ketîye.
Li gor encamên nefermî yên Associated Pressê (AP), li eyaletên Virginia, Alabama, Oklahoma, Carolinaya Bakur, Arkansas, Minnesota, Tennessee û Massachusettsê Bîden bi ser ketiye.
Herweha Sandersîyê ku weke çepgir tê zanîn û ji ciwanên Amerîkayê piştgirîyê digre jî li gor encamên ber dest, heta niha li eyaletên bi navê Vermont, Colorado û Utahê bi ser ketiye.
Çaverêya eyaletên xeternak tên kirin
Ji milê din hijmartina dengan hê li California û Teksasê didome. Hijmara delegeyan herî zêde li van herdû eyaleta ne. Ji ber vê encamên hilbijartina li van eyaletan bi girîngî tê çaverêkirin. Herweha encamên hilbijartina eyaleta Maineyê heta niha diyar nebû ye. Li gor encaman Sandersî û Bîdenî li vê eyalêtê gelek nêzîkî hêvin.
Li gor rapirsîyên li ser sindoqan li Calîforniayê û Teksasê vê gavê Sandersî li pêşiyê ye.
Ji alîyê din li Samoaya Amerîkanê bi tenê Michael Bloombergî, ku karsazê mîlyarderê Amerîkayêye bi serketiye û serkeftina xwe ya yekem bi dest xistî ye.
Elizabeth Warrena Senatora Massachusettsê, namzeda Demokratan û Tulsi Gabbardaya, Endama Meclisa Nûneran di Sêşama Super da bi ser neketine.
Herweha di vê hilbijartinê de hejmara delegeyan gelek girîng e. Hejmara delegeyên kê zêde be dê ew bibe namzetê Partiya Demokratan. (AY/FD)
Çavkanî: AA