Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku li Meclîsa Nûneran, baskê jêr ê Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dengdan li ser pêşnûnaqanûna derbarê çekan de pêk hat bi rojekê (9ê Hezîranê) li eyaleta Marylandê êrîşeke çekdarî pêk hatiye.
Li gorî nûçeya rojnameya The New York Timesê, karkerekî li kargeheke hilberanê kar dikir, erîşî kargehê kiriye. Di encamê de 3 kes mirine.
Her weha hevkarekî xwe jî bi giranî birîndar kiriye û reviyaye. Di navbera wî û polîsan de pevçûn derketiye û di encamê de êrîşkar û polîsek birîndar bûne.
Rayedarên Ofîsa Şerîfê navçeya Washingtonê daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku li Vancouverê, li kargeheke hilberanê ya bi navê Columbiayê saet di 14.30 deqîqeyan de pevçûnek çêbûye. Rayedarî diyar kiriye ku êrîşkar mêr e lê derbarê rewşa wî ya tenduristiyê de ti zanyarî nedaye. (SD/FD)