Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Duh li herêma Kingsessing a li başûrê rojavayê Philadelphia ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) êrîşeke çekdarî pêk hatiye.
Di daxuyaniya destpêkê ya polîsê Philadelphiayê hatiye aşkere kirin ku 3 kesên 59, 22 û 20 salî û kesek ku temenê wî nehatiye diyarkirin mirine.
Li gorî nûçeya CBSê, Komîsera polîsan Danielle Outlaw ku piştî êrîşê daxuyaniyek daye çapemeniyê û diyar kiriye ku hejmara miriyan derketiye 5an û hemû jî mêr in. Yek ji birîndaran 2 salî ye û yê din jî 13 salî ye, rewşa wan baş e.
Li gorî nûçeya Philadelphia Inquirerê, Şaredar Jim Kenney daxuyaniyek daye û gotiye, "Divê ev tûndkariya wêranker bi dawî bibe" û bang li her kesê ku haya wan ji êrîşê heye kiriye ku xwestiye zanyariya bide polîsan.(AS/AY)