Fotograf: AA
Cara pêşin li eyaleta Calîfornîayayê kesek ji ber Kovid-19yê miriye û 10 kesên din jî li eyaleta Washîngton Stateyê mirî ne.
Hejmara nexweşên vîrûsa Kovid-19yê li eyaleta New Yorkê berê 2 bû niha derketîye 6an. Walîyê New Yorkê Andrew Cuomoyî eşkere kirîye ku kesên îhtîmala wan heye bi 6 kesên nexweş ra bikevin têkiliyê bila li malên xwe bikevin karantînayê.
Li Çînê hijmara mirî û berketiyan her diçe zêde dibe
Li Çînê 80 hezar û 430 kes, li Hong Konga Herêma Îdareya Taybet 103 kes û li Makauya Herêma Îdareya Taybet 10 kes bi vîrûsa Kovid-19yê ketine.
Herweha li Tayvanê di 42 kesan da vîrûsa Kovid-19yê hatiye tesbîtkirin û li tevahiya dinyayê ji 95 hezarî zêdetir kes bi vîrusa Kovid-19yê keti ne.
Heta niha li tevahiyê cîhanê 53 hezar û 689 kesên ku vîrûsa Kovid-19yê ketibûn, piştî dermankirinê baş bûne û çûnin malên xwe.
Li Iraq û Herêma Kurdistanê sê kes mirine
Li Iraq û Herêma Kurdistanê bi sedema cureya nû ya vîrûsa koronayê mirina sêyem rû daye.
Berdevkê Wezareta Tendirustî û Jîngehê Seyf el Bedirî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihandiye ku li Bexdaya kesekî 65 salî yê pêketiyê vîrûsa koronayê canê xwe ji dest daye.
Hatibû ragihandin ku yekemîn mirina ji ber koronayê li bajarê Silêmaniyê çêbûye. Pişt re jî li Bexdayê jineke pêketiya koronavîrusê canê xwe ji dest dabû.
Li Bosna Hersek û Slovenyayê nexweşiya Kovîd-19ê
Li Bosna Hersek û Slovenyayê waqieyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) cara ewil hatin tesbîtkirin.
Alen Seranicê Wezîrê Tenduristiyê yê Komara Sirp (RS) ku li Bosna Hersekê ji herdu entîteyan yek e, civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir, di kesekî ku li bajarê Banja Lukayê îqamet dike da Kovîd-19 hat tesbîtkirin.
Wezîr Seranic diyar kir, ev kesê navsere li Îtalyayê dixebite û di zaroka wî da jî vîrus hat tesbîtkirin.
Li Îtalyayê ji ber vîrusa koronayê dibistan hatine girtin
Li Îtalyayê, piştî hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane derketin 79an, hikûmetê biryar girtiye ku heta nîveke meha adarê hemû dibistan û zanîngeh bi awayekî demkî bên girtin. Midurê Giştî yê Parastina Sivîl Angelo Borrelli, li paytexta Îtalya Romayê di civîna rojane ya çapameniyê de rewşa dawîn a vîrusa koronayê parve kiriye. Borrellî, diyar kiriye ku vîrus derbasî 2 hezar û 502 kesan bûye û hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirine 27 kes zêde bûne û derketiye 79 kesan.
Serokwezîrê Îtalyayê Gîûseppe Conte, li Miduriyeta Giştî ya Parastina Sivîlan bi Wezîrê Tenduristiyê Roberto Speranza û rayedarên din re hevdîtin pêk anîne. Hatiye ragihandin ku dê Serokwezîr Conte, di saetên êvarê de bi nûnerên partiyên siyasî yên komên li parlamentoyê hene re jî bê gel hev û rewşa dawîn û bergiriyên nû binirxîne.
Li aliyê din li paytexta Belçîka Brukselê bi xebatkarekî Nunertiya Yekitiye Ewropayê (YE) re vîrus hatiye dîtin.
Li Îranê xebatên sporê hatine betalkirin
Li Îranê ji ber vîrusa koronaya nû xebatên sporê hatin betalkirin.
Li gor xebera malpera Tenduristiya Sporê ya Îranê di çarçoveya biryara bi destê Navenda Têkoşîn û Pêşîlêbirîna Koronayê da ji ber Kovîd-19ê li tevahiyê welêt hemû xebatên sporê hetanî 20ê Adarê, roja înê hatin sekinandin.
Li gor vê biryarê hemû peşbirkên sporê, antrenman hatin betalkirin û navendên sporê hatin girtin.
Kiyanuş Cîhanpurê Berpirsyarê Têkiliyên Gel ê Wezareta Tenduristiya Îranê do di daxuyaniya xwe da gotibû ku ji ber Kovîd-19ê 92 kes mirin û 2 hezar û 922 kes jî bi Kovîd-19ê ketin.
Li cîhanê ji ber vîrûsê 3 hezar û 286 kes mirine
Di nexweşiya Kovid-19ê da bi tevahî 3 hezar û 286 kes mirine. Li Çînê 3 hezar û 13 kes, li Hong Konga Herêma Îdareya Taybet 2 kes, li Îtalyayê 107 kes, li Koreya Başûr 35 kes, li Japonyayê 12 kes, li Amerîkayê 11 kes, li Fransayê 4 kes, li Awistralyayê 2 kes, li Iraqê 2 kes, li Îspanyayê 2 kes, li San Marîno, Tayland, Tayvan û Filipînan her yek jê kesek ji ber Kovîd-19ê mirine.
Li cîhanê ji 95 hezarî zêdetir kes bi nexweşiyê ketine
Heta niha li tevahiya Cîhanê ji 95 hezarî zêdetir kes li ber vîrûsa Kovid-19yê ketî ye.
Li gor malpera "Worldometer"a ku lê daneyên rojane yên derbarê berketîyên vîrûsa Kovid-19yê li seranserê Cîhanê weha ne:
"Koreya Başûr 5 hezar 766, Îtalya 3 hezar 89, Îran 2 hezar 922, Japonya 1037, Fransa 285, Almanya 262, Îspanya 228, Amerîka 160, Sîngapur 112, Swîsre 93, Îngiltere 87, Norwêc 59, Kuweyt 56, Awistralya 52, Behreyn 52, Swêd 52, Malezya 50, Tayland 47, Holanda 38, Iraq 35, Kanada 34, Awistirya 29, Hindistan 29, Mîretiyên Yekbûyî yên Ereb 28, Îzlanda 26, Belçika 23, Cezayir 17, Vîetnam 16, San Marîno 16, Danîmarka 15, Îsraîl 15, Libnan 15, Uman 15, Xırvatistan 10, Ekvador 10, Yewnanistan 9, Qeter 8, Çekya 8, Fînlandiya 7, Meksîka 6, Belarus 6, Portekiz 6, Romanya 6, Îrlanda 6, Pakistan 5, Senegal 4, Rûsya 3, Filîpîn 3, Azerbeycan 3, Gurcistan 3, Brezîlya 3, Zelandaya Nû 3, Şîlî 3, Endonezya 2, Misir 2, Estonya 2, Erebistana Siûdî 2, Macaristan 2, Efxanistan 1, Andorra 1, Ermenistan 1, Kamboçya 1, Komara Dominikê 1, Urdin 1, Litvanya 1, Letonya 1, Luksemburg 1, Lihtenştayn 1, Fas 1, Monako 1, Nepal 1, Nîjerya 1, Srî Lanka 1, Tûnis 1, Arjantîn 1, Ukrayna 1, Polonya 1, Slovenya 1." (AY/FD)
* Çavkanî: AA, MA, Rûdaw