Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê operasyon pêk hat
Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê bi iddiaya ku "bertîl hatiye stendin" û "gendeltî hatiye kirin" operasyon hat lidarxistin û di avahiyê de lêgerîn hat kirin.

Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê polîsan operasyona pêk anîn.
Li gorî nûçeya AAyê, Buroya Darayî ya Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîzekirî û Qaçaxçîtiyê ya Emniyeta Bajêr, bi îdiaya ku "bertîl hatiye stendin" û "gendeltiyê hatiye kirin" li Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê lêpirsîn da destpêkirin.
Di vê çarçoveyê de ekîban danê sibehê operasyon li dar xistin û li avahiya şaredariyê lêgerîn kirin.
Kesên hatin desteserkirin piştî kontrola tenduristiyê ya li Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê, birin midûriyetê.(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.