Piştî teqîna li Stenbol Beşiktaşê ku hefteyek ewil pêk hatibû li dijî HDPê êrişên mezin destpê kirin.
Bi sedan endam, rêvebir û hevserokên HDPê hatin binçavkirin, di nav 3 rojên dawî de jî bi dehan avahiyên partî û nûnertiyên HDPê hatin talankirin û şewitandin.
Piştî teqîna ku roja şemiyê li Kayseriyê pêk hatibû, li bajêr ewil avahiya HDPê piştre jî avahiyên EMEP, DISK û CHPê rastî êrişan hatin û gelek kes jî hatin lînckirin.
Kayseri
Piştî êrişa li dijî otobusa leşkeran ku di encamê de 14 leşker hatibûn kuştin, komek bi tekbîran êrişî avahiya HDPê kirin. Piştî talankirinê agir berdane avahiyê.
Ji bilî HDPê wan êrişkaran êrişî avahiyên DISK, EMEP û CHPê jî kirin û çend kesên ku endamên baskê ciwanên CHPê ne jî lînc kirin.
Kocaleli
Li navçeya Darica Kocaeliyê komeke nijadperest bi tekbîranînan ber bi avahiya HDPê meş lidarxistin. Bêyî ti mudaxele li wan were kirin, rasterast êrişî avahiya HDPê ya navçeyê kirin û hat wêrankirin.
Tekirdag
Avaghiya HDPê ya Tekirdagê ku li taxa Suleyman Paşayê ye duh êvarê rastî êrişa nijadperestan hat. Koma ku êriş kirin, avahiyê talan kirin, tabelaya HDPê anîn xwarê û ala MHPê daliqandin. Polîsan ti mudaxeleyê li wê girseyê nekirin.
Stenbol
Piştî teqînên li Stenbol û Kayseriyê ku di nav hefteya borî de pêk hatibûn, hema bêje li 32 navçeyên Stenbolê li dijî avahiyên partî û nûnertiyên HDPê êriş hatin kirin.
Bagcilar
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin komek bi fîşekên hewayî û bi tekbîran êrişî ser avahiya HDPê ya li Bagcilarê kirine. Koma ku heta ber avahiyê hatine dest bi êrişa fîşekên hewayî kirin. Ji ber fîşekên teqandine şewatek piçûk li avahiya HDPê ya navçeyê derketiye.
Beylikduzu
Li navçeya Beylikduzuyê jî nijadpersetan êrişî avahiya HDPê kirin. Piştî talankirinê agir berdan bînaya ku avahiya HDPê jî tê ne. Ji ber teqîna tupên di bînayê de şewateke mezin çêbû. Ligel vê yekê jî polîsan mudaxeleyê ti kesî nekirin û heta vê demê derbarê bûyerê de ti kesek nehatiye binçavkirin.
İstanbul Beylikdüzü'nde dumanlar yükselen bölgenin çevresinde itfaiye/ ambulans/ polis araçları bulunuyor. @lorinindefteri pic.twitter.com/MygJMIVjYV
— 140journos (@140journos) 17 Aralık 2016
Uskudar
Heman êriş li dijî avahiya Uskudarê jî hate kirin. Komek ji dehan kesan pêk dihat bi tekbîran û diruşmeyên nijadperest êrişî avahiya HDPê kirin û agir berdan avahiyê.
Kartal
Komekê êrişî avahiya HDPê ya li navçeya Kartal a Stenbolê jî kirin. Di êrişê avahî xisareke mezin dît.
.@HDPkartal Twitter hesabı, ilçe binasının camlarının kırıldığına ve eşyaların tahrip edildiğine ilişkin fotoğraflar paylaştı. pic.twitter.com/uoKEF9blST
— 140journos (@140journos) 17 Aralık 2016
Umraniye
Komên nijadperest duh êvarê êrişî avahiya HDPê ya navçeya Umraniyeyê jî kirin. Êrişkaran derketin ser banê avahiya HDPê û hewldae ku agir berdin avahiyê. Polîsek jî derkete ser banê û hewl da ku mudaxeleyê wan êrişan bike, kete xare û canê xwe ji dest da.
Emniyetê Stenbolê daxuyand ku navê wî polîsê Numan Şeref Datli ye. Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen jî peyama sersaxiyê ji malbata wî polîsê re şand.
Esenyurt
Piştî êrişa li Kayseriyê avahiya HDPê ya navçeya Esenyurtê jî rastî êrişa çekdarî hat. Di gulereşandina ser avahiyê de tiştek bi kesî nehat lê, xisar li avahiyê çêbû.
Li navçeyên Buyukçekmece, Eyup, Şişli, Pendik, Bayrampaşa û Beykozê jî gelek avahiyê nûnertî û partiyê ya HDPê rastî êrişan hatin.
Her wiha li Çanakkale, Aydin, Antalya, Konya û Kirşehirê jî bi ser avahiyên HDPê de êriş hatin kirin.
Hurriyet: 9 kes hatin binçavkirin
Rojnameya Hurriyetê roja yekşemê ragihand ku derbarê êrişên bi ser avahiyên HDPê de pêk hatine de li Stenbolê 9 kes hatine binçavkirin.
Derbarê vê agahiyê de rayedarên fermî ti agahî nedan ka ew kesên binçavkirî kî ne.
(YO)