Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li dijî Mudiriyeta Emniyetê ya Xarpêtê di saetên sibehê de bi wesayîteke bombebarkirî êriş hat kirin.
Waliyê Xarpêtê Murat Zorluoglu saet 11:15an de derbarê wê êrişê de daxuyanî da û destnîşan kir ku 3 polîs canê xwe ji dest dane, 14 jê giran 146 polês û welatiyên sivîl birîndar bûne.
Êriş di saet 09:20an de hat kirin. Mudiriyeta Emniyetê ya Xarpêtê li ser riya Meletiyê li taxa Sursuruyê nêzî Çerxerêya Çayda Çirayê ye.
Li gorî agahiyên DHAyê êriş ji hêla hêzên PKKê ve bi wesayîteke bombebarkirî li otoparka ber emniyetê hatiye kirin. Avahiyê emniyetê 6 km dûrî navenda Xarpêtê ye.
(EKN/YO)