Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Dogan Holdîngê daxuyand ku rêvebirê wan Erem Turgut Yucel û rêvebirê wan ê berê Yahya Uzdiyen hatine binçavkirin.
Yahya Uzdiyen CEOyê berê yê Dogan Holdîngê bûn. Erem Turgut Yucel hê jî sermuşavîrê holdîngê ye.
Li gorî nûçeya Hurriyetê polîsan îro destê sibehê (5ê Çileyê) li Stenbol Uskudarê avêtine ser avahiya holdîngê. Dogan Holdîngê derbarê mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got:
‘Di çarçoveya lêpirsîna ku beriya niha nûnerê me yê Enqereyê Barbaros Muratoglu jê hatibû girtin de, îro destê sibehê careke din operasyon hat kirin, li mal û ofîsên rêvebirên me yên Yahya Uzdiyen û Erem Turgut Yucel de polîsan lêgerîn kirine û piştre jî wan binçav kirine."
Ji Dogan Holdîngê daxuyaniya nû
Li goî nûçeya Hurriyetê, Dogan Holdingê derbarê mijarê de daxuyaniyek nû da û wiha hat gotin:
“Îro di saetên sibehê de li mal û ôfîsên Sermuşavirê me Erem Turgut Yucel û rêvebirê me yê berê Yahya Uzdiyen polîsan lêgerîn pêk anîne û wan binçavkirine. Ew her du kes di çarçoveya lêpirsîna ku beriya niha nûnerê me yê Enqereyê Barbaros Muratoglu jê hatibû girtin de, hatine binçavkirin. Ew lêgerîn û binçavkirin tenê li mal û ofîsên wan kesan pêk hatine û eleqeya wan bi rêveberiya holdînga me re nîn e.”
(EA/YO)