Li dijî DAIŞê, Hêza Kûîran hat avakirin
Hêzên Gerîllayên Şoreşger daxuyand ku wan li dijî DAIŞê Artêşa Serhildan û Azadiya Kûîran ava kiriye.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hêzên Gerîllayên Şoreşger (International Revolutionary People's Guerrilla Forces, IRPGF) daxuyand ku wan li dijî DAIŞê Artêşa Serhildan û Azadiya Kûîran (The Queer Insurrection and Liberation Army, TQILA) ava kiriye.
IRPGF di 31ê Adara 2017ê de li Rojavayê hatibû avakirin. Endamên komê anarşîstên ji gelek welatan hatîn in.
Duhî IRPGFê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand ku wan ev hêz ava kiriye.
“Em ji bo têkoşîna li dijî otorîter, patrîarka, heteronormativiteya zordar, kûîrfobî, homofobî û transfobîyan rijd in. Pêşketinên şoreşgerane bi berxwedana jinên kurd bihêz bûye.”(ÇT/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.