Li dibistanan dem dema betlaneyê ye
Nêzîkî 20 mîlyon xwendekaran îro karneyên xwe wergirtin û piştî 16 rojan bêhna xwe bidin, wê di 5ê Sibatê de careke din biçin dibistanên xwe.

Îro ji bo xwendekarên dibistanên seretayî, navîn û lîseyê destpêka betlaneyê ye. Nêzîkî 20 mîlyon xwendekar îro karneyên xwe wergirtin.
Xwendekar piştî 16 rojan bêhna xwe bidin, wê di 5ê Sibatê de careke din biçin dibistanan. Di 14ê Hezîranê de wê serdema duyem bidawî bibe. Di vê navberê de xwendikar ji 8ê Nîsanê heta 12ê Nîsanê wê ji bo demeke kurt bêhna xwe bidin.
Wezareta Perwerdeya Netewî ragihand ku di betlaneyê de wê spartekên mîna testan, nivîsandina kurteyan nedin xwendekaran. Li şûna spartekan wê bihêlin ku xwendekar xebatên hunerî, çandî, sportîf û zanistî bikin. (RT/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.