Li Dêrsimê pireyekî dîrokî hatiye dîtin
Li Mazgêrt, navçeya Dêrsimê di kar û xebata paqijkirina çemî de pireyeke dîrokî ya ji keviran derketiye holê.

Li Mazgêrt, navçeya Dêrsimê pireyeke dîrokî hatiye dîtin.
Li gor agahiyan dema tîmên Rêveberiya Karûbarên Avê yên Dewletê (DSI) ser bi Wezareta Çandinî û Daristanê li taxa Elti Xatunê dema kar û xebatên paqijkirina çem kirine rastî pireke dîrokî hatine û bo Rêveberiya Muzexaneya Dêrsimê hatiye ragihandin.
Tîmên girêdayî Muzexaneyê li cihê ku pir hatiye dîtin lêkolîn kirine û di encama lêkolînê de derketiye ku pireke ji keviran e û dîroka wê vedigere beriya zayînê nêzîka sedsala 13an.
Rêveberiya Çand û Geştê ya Dêrsimê ragihand ku bi armanca tomarkirina plan û taybetmendiyên vê pira dîrokî ya ji keviran dest bi kar kirine.(AY)
*Çavkanî: Rûdaw, AA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.