Fotograf: AA
Li tevahîya bajarê Dêrsimê bi hinceta vîrusa Covîd-19ê hemû çalakî û xwenîşandan heta 15 rojan hatiye qedexekirin.
Li gorî daxuyanîya ku di malpera fermî ya Walîtiya Dêrsimê de hatiye weşandin, biryara qedexeyê di saet 00.01ê 12ê Kanûna Paşiyê de despêkiriye û heta saet 23.59ê 26ê Kanûna Paşiyê wê bidome.
Di daxuyaniyê da Walîtiye gotiye, bi biryara Meclisa Parastina Tenduristiya Parêzgehê di çarçoveya Madeya 19emîn a Qanûna Jimare 2911ê ya Civîn û Meşên Xwepêşandanê û herwiha Madeya 11emîn a Qanûna Birêvabirina Parêzgehan a Jimare 5442ê de ji bilî çalakiyên Walîtî û Qaymeqamtî destûrê bidin û yên dem û dezgehên dewletê, hemû çalakî û bernameyên din hatine qedexekirin.
Xwepêşandan û çalakiyên ku hatine qedexekirin weha ne:
Xwepêşandan, civînên ji derve, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê, vekirina standan, çalakiyên protestoyî, gireva birçîbûnê, kampanyaya îmzeyan, konser, şahî, belavkirina belavokan, vekirina posteran û konferans jî tê de her cure çalakî hatiye qedexekirin.
Bernameyên fermî ji derveyê biryara qedexeyê ne
Bernameyên ku dezgehên walîtiyê û qaymaqamî erê dikin û yên sazî û dezgehên dewletê li dar dixin ji derveyê biryara qedexeyê ne.(AY)