Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li tevahîya bajarê Dêrsimê bi hinceta vîrusa Covîd-19ê hemû çalakî û xwenîşandan heta 15 rojan hatiye qedexekirin.
Li gorî daxuyanîya ku di malpera fermî ya Walîtiya Dêrsimê de hatiye weşandin, biryara qedexeyê di saet 00.01ê 29ê Îlonê de despêkiriye û heta saet 23.59ê 13ê Çiriya Pêşiyê wê bidome.
Xwepêşandan û çalakiyên ku hatine qedexekirin weha ne:
Xwenîşandan, civînên ji derve, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê, vekirina standan, çalakiyên protestoyî, gireva birçîbûnê, kampanyaya îmzeyan, konser, şahî, belavkirina belavokan, vekirina posteran û konferans jî tê de her cure çalakî hatiye qedexekirin.
Bernameyên fermî ji derveyê biryara qedexeyê ne
Bernameyên ku dezgehên walîtiyê û qaymaqamî erê dikin û yên sazî û dezgehên dewletê li dar dixin ji derveyê biryara qedexeyê ne.(TP/AY/FD)