Fotograf: MA
Li Dêrsim, Çewlig, Bedlîs û Şirnexê agirê li daristanan derketine, hîn nehatine vemirandin. Ji ber ku li hin cihan mudaxaleyî agiran nayê kirin, şewat her ku diçin belav dibin.
Li Dêrsimê li 3 cihan daristan dişewite
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, şewatên daristanan ku li 3 herêmên cuda yên Dersimê derketine her ku diçe belav dibin. Şewata ku di encama operasyona leşkerhi de roja 17ê Tebaxê li çoltera navçeya Xozatê derketibû, li gundên girêdayî navçeya Pulurê belav bûye. Roja ewil tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Dersîmê, rêxistinên sivîl ên civakî yên li bajêr û welatiyên ku xwestin biçin mudaxaleyî şewatê bikin hatin astengkirin û destûr nehat dayîn ku biçin herêma şewatê. Ji ber vê yekê şewata ku qadeke bi hezaran hektaran şewitand, di encama bertekan de piştî 13 rojan mudaxale lê hat kirin. Şewata ku 15 roj in didome, zîndewarên di daristanê de jî tune kirin.
Hîn şewatên li navçeya Xozatê nehatin vemirandin, di 29ê Tebaxê de li Firtina Velî Çeşmesî ya li Geliyê Mûnzûr û Çemê Rojê li Geliyê Pilemuriyeyê agir bi daristanan ketiye û şewat didome. Şewata ku tenê tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Dersîmê û welatî mudaxale dikin, bi bandora bayê li qadeke fireh belav bûye.
Heta niha tu mudaxale li şewata Geliyê Pilemûriyeyê nehatiye kirin.
Agir li Çewligê jî nehatiye vemirandin
Şewata ku di 29ê Tebaxê de li gundikê Xarsak a gundê Conagê ya navçeya Korxola Çewligê derketiye hêj nehatiye kontrolkirin. Şewata ku hat îdiakirin ji ber xeta voltaja bilind derketiye, ji ber li herêmeke çiyayî ye dereng mudaxale lê hatiye kirin. Li vir ewilî welatiyan mudaxaleya li agirî kiriye lê agir herêmeke berfireh belav bûye. Duh bi şev 3 helîkopter jî tevlî xebatên vemirandinê bûne. Lê piştî saetekê bêyî ku li benda vemirandina agirî bisekinin helîkopter ji herêmê çûne.
Welatiyan bertek nîşanî vê yekê dane û bi derfetên xwe xebatên vemirandinê dewam kirine. Di saetên serê sibê de welatiyan careke din dest bi xebatên vemirandinê kirine ku ji ber bayî, agir belavî qadeke mezin bûyî. Di xebatên vemirandinê de helîkopterekê jî cih girtiye. Lê ligel mudaxaleyan jî hêj şewat nexistine bin kontrolê.
Li Bedlîsê agir li qadeke mezin belav bûye
Li Bedlîsê jî şewata ku duh li herêma Ava Weqfê di dora saet 10.00’an de derketiye hêj nehatiye kontrolkirin. Ligel xebatan jî şewatê beşeke mezin a qada daristanê şewitandiye. Xebatkarê Miduriyeta Herêmê ya Daristanê yê di xebatên vemirandinê de cih digire, diyar kiriye ku ew têrî karê vemirandinê nakin. Xebatkarî, bi lêv kiriye ku divê bi lezgînî hêzên hewayî mudaxale bikin û bang li gel kiriye ku tevlî xebatên vemirandinê bibin.
Li Şirnexê xebatên vemirandinê asteng dikin
Li Şirnexê şewatên ku li du herêmên cuda derketin didomin. Li qada Qurta Xanê ya girêdayî Herêma Bestayê ya Şirnexê, agirê ku di 29ê Tebaxê de dest pê kir, didome. Li vê herêmê tê diyarkirin ku agir ji ber operasyona leşkerî derketiye û ti midaxele nayê kirin. Her weha leşkeran bi sedema ku “herêma qedexe ye” welatiyên ji bo vemirandina şewatê xwestin biçin herêmê asteng kirine.
Di heman demê de agirê li herêma Girêbestkê bi daristanê ketiye, hîn didome.
Li aliyê din, beriya 5 rojan li gundê Mêhrînayê yê Bestayê di encama bombebarana helîkopteran de agir derketibû. Ew agir bi xwe vemiriye. (FD)