Li Acipayamê, navçeya Denîzliyê kanayeke madenan herifî. Di encamê de 2 kes mirin, kesek jî birîndar bû.
Kanaya madena kromê ya li Taxa Karaîsmaîllerê, ji ber sedemeke nediyar herifî. Piştî agahdarkirina rayedaran, cenderme, tîmên tendurustiyê, yên agirkujiyê û yên lêgerîn û rizgarkirinê yên AFADê çûn cihê bûyerê.
Di encama lêkolînê de derket holê ku 3 kes di bin kavilan de mane. Di encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de, ekîban xwe gîhand sê kesan.
Karkerê bi navê Rifat Salman bi birîndarî birin Nexweşxaneya Zanîngeha Pamûkkaleyê.
Lê cenazeyên endezyarê madenan Kadîr Ozer û karkerê madene Mûstafa Karahanî ji bin kavilan derxistin û ew ji bo otopsiye birin morga heman nexweşxaneyê.
Waliyê Denîzliyê Omer Farûk Coşkûn çû cihê bûyerê û lêkolîn li wir kir. Coşkûnî ji çapemeniyê re diyar kir ku wan dest bi lêkolîn û lêpirsînê kiriye û di encamê de çi hewce bike, dê wê pêk bînin. (AS/FD)