Li Denizlîyê di dema karî de karkerek miriye
Karker Taner Ûnlûyê ku li navçeya Çalê ya Denizliyê di kanaya mermeran de dixebitî di bin zinarekê de maye û miriye.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li navçeya Çalê ya Denizliyê, 4ê Îlonê zinareke ku ji bloga mermeran hatiye xwarê, bi ser karker Taner Unlu de ketiye. Taner Unlu di şîrketa Travertine Brosê de karker bûye.
Karker Ûnlû bi girranî birîndar bûyê û ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Denizliyê. Lê digel hemû midaxeleyan Taner Unlu miriye û cenazeyê wê dê li goristana li gundê Sinopê were binaxkirin.
Li gorî rapora ku Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) di meha Tîrmehê de weşandiye di dema karkirinê de 163 karker mirine. 6 ji wan zarok, 10 jê jin û 6 jî penaber bûne. (EMK/DG/FD)
* Derya Göregenê ev nûçe wergerandiye
Fotograf: Rojnameya Evrenselê
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.