Li Defneyê bernameyeke bîranînê pêk hat: “Em ji bîr nakin, em ê lêneborin”
Li navçeya Defneyê ya Hatayê di salvegera erdhejên 6ê Sibatê de çalakiyeke bibîranînê pêk hat. Çalakî bi banga mixalefeta bajarî li dar ket ku Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TIP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TÖP), Halkevleri, Federasyona Meclîsên Sosyalîstan û Kaldiraçê pêşekî jê re kir.
Di bernameyê de çalakvan ji çarhawirên bajar hatin û li ber rêya Harbiyeyê gihîştin hev. Ji vir jî ber bi Taxa Aşagiokçûlarê ve meşiyan.
Di dema meşe de pankartek hildan ku li ser wê “Em ê ji bîr nekin, em ê lêneborin, em ê hesab bipirsin” hatibû nivîsîn. Her weha gelek caran sloganên, “Em ji bîr nakin, em lênaborin, em hesab bi hev re nabînin”, “Em neçûn, em li vir in (Me rihna nihna hon), “Em ê Hatayê ji nû ve ava bikin”, “Ev ne erdhej e, ev qetlîam e” berz kirin.
Li nêzîkî Taxa Aşagiokçûlarê çalakvanan ji bo kesên di erdhejê de can dane deqîqeyekê bêdeng sekinîn. Paşê jî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseya demokratîk axivîn. (VC/FD)
2EMÎN SALA ERDHEJÊN 6Ê SİBATÊ
Saet di 04.17an de Antakyayî daketin kolanan: “Me rıhna nıhna hon”

Ekrem İmamoglu li dozgeriyê îfadeya xwe da

Li Stenbolê ji ber 25ê Mijdarê 169 jin hatin desteserkirin

Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir

Celalettîn Can tehliye bû
