Li dadgehê gilîya 18 rapbêjan hatiye kirin
Welatîyekî/ê giliya 18 rapbêjên strana “Susamam (ez nikarim bêdeng bibim)” gotîn kiriye.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Welatîyekî/ê giliya 18 rapbêjên strana “Susamam (ez nikarim bêdeng bibim)” gotîn kiriye.
Sarp Palaur jî yek ji wan rapbêjan e ku ew stran gotibû. Îro Palaurî diyar kiriye ku ew ji koma rapbêjan derketiye.
Li gor nûçeyeka rojnameya Sozcuyê, Serdozgerîya Stenbolê qeyda stranê standiye û dest bi lêkolînê kiriye.
“Susamam”
5ê Îlonê rapbêjên bi navê Fuat, Ados, Hayki, Server Uraz, Beta, Tahribad-ı İsyan, Sokrat St, Ozbi, Deniz Tekin, Sehabe, Yeis Sensura, Aspova, Defkhan, Aga B, Mirac, Mert Şenel ve Kamufle vîdeo-qeyda strana xwe ya bi navê susamam li YouTubeyê weşandibû.
Di stranê de rexneyên li ser civak, tûndkarîya mêran, edalet, mafê heywanan hebûn.
(TP/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.