Li Colemêrgê wesayîteke zirxkirî qulipiye: 2 polîs mirine
Li Gevera Colemêrgê wesayiteke polîsan a zirxkirî qulipiye. Di encamê de 2 polîsên ji tîmen taybet mirine.

Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wesayiteke polîsan a zirxkirî dema ji baregeha leşkeri ya li ser sînorê Îranê vegeriyaye, li Geverê, navçeya Colemêrgê qulipiye.
Di encama qezayê de 2 polîsên ji tîmên taybet mirine.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê, piştî merasîmê wê cenazeyên polîsan bişînin bajarên ku lê jidayik bûne. (TP/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.