Li Colemêrgê Walîtiyê heta 15 rojan çalakî qedexe kirine
Walîtiya Colemêrgê li seranserê bajêr meşên xwenîşandanê, civînên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê û yên weke wan, heta 15 rojan qedexe kirine.

Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Colemêrgê bi daxuyaniyekê aşkere kiriye ku li seranserê bajêr meşên xwenîşandanê, civînên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê û yên weke wan, heta 15 rojan qedexe kirine.
Biryara qedexeya çalakiyan wê heta 17ê Sibatê saet 23.59 deqîqeyan dewam bike. Bernameyên ku walîtî û qaymeqamiyan erê kirine wê ne qedexe bin.
Walîtiyê li ser malpera xwe ya fermî ev biryar weşandiye û bi van gotinan sedema qedexeyê ragihandiye: “Ji bo ewlehiya netewî, rêk û pakiya civakê, pêşî li sûcan bigirin, maf û azadiyên kesên din biparêzin, tenduristiya giştî biparêzin, pêşî li belavbûna koronavîrusê bigirin û nehêlin provokasyonên ihtimal û bûyerên civakî pêk werin." (TP/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.