Li Colemêrgê leşkerek miriye
Wezareta Berevaniya Netewî di daxuyaniyekê de gotiye ku li Geverê teqe li leşkeran hatiye kirin û di encamê de leşkerê bi navê Recep Dûrak miriye.

Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Berevaniya Netewî daxuyaniyek weşandiye û tê de gotiye ku li Gevera Colemêrgê teqe li leşkeran hatiye kirin. Li gorî heman daxuyaniyê leşkerê bi navê Recep Durak miriye.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku Di 23yê Hezarana 2020an de dema li ser sînorê Gever/Colemêrgê xebatên keşif û çavdêriyê dihate kirin, ji hêla Îranê ve gule bera leşkeran dane. Di encama vê de leşkerek birîndar bûye, ew rakirine nexweşxaneyê li digel hemû midaxeleyan ew miriye. (TP/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.