Li Colemêrgê leşkerek mir
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê pevçûn derket û di encamê de leşkerek mir.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê leşkerek di encama pevçûnê de mir.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) 34emîn Fermandariya Tûgaya Sînor, li herêma Koçtepe ya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê operasyon lidar xist û di dema operasyonê de pevçûn di navbera leşkeran û PKKyiyan de derket. Di encama vê pevçûnê de leşkerek mir. Li gorî heman nûçeyê du PKKyî jî mirin.
Li herêmê operasyon berdewam dikin. (NV/FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.