Li Gever, navçeya Colemêrgê sê roj in bê navber baran dibare û bandoreke neyînî li jiyanê kir.
Li çend tax û gundên navçeyê hin xanî di bin avê de man.
Welatî di derketin û ketina malên xwe de zihmetiyan dikişine û hin kargeh û zevî jî di bin avê de mane. Her weha li hin rêyên navçeyê hezazên piçûk pêk hatine.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê ekîbên Revebiriya Taybet ya Navçeyê û Rêbejan ji bo ku di çûn û hatinan de astengî çênebe ax û parçeyên zinaran yên di rêyan de kom bûne paqij kirine.
Ji şêniyên navçeyê Mehmet Aslan têkildarî rewşê wiha gotiye: “Ji ber baranê xanî di bin avê de man. Li hin cihan em nikarin têkevin malan. Kesên ku malên xwe vala kirin jî hene. Tê gotin ku baran wê çend rojên din jî bidome.
(TY/AY)