Ji ber nedayîna mazbataya Abdûllah Zeydanê ku weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hate hilbijartin, li gelek bajarên kurdan xwepêşandan hatibûn li dar xistin. Êvara 2ê Nîsanê li navenda Colemêrgê û navçeya wê Geverê bi hezaran kes daketin kolanan.
Di xwepêşandanan de li Colemêrgê 15, li Geverê jî 29 kes hatibûn desteserkirin. Hate diyarkirin ku ji kesên 3 roj in desteserkirî ne jê 14 zarok in.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê kesên hatine desteserkirin rastî tûndkariyê hatine.
Piştî ku li rêveberiya Polîsan a Geverê îfadeyên wan hatin girtin zarokên ku temenê wan di bin 18 salî de ne serbest bûn. 18 kesên din piştî îfadeyên wan ên li emniyete birin Serdozgeriya Komarî ya Geverê. Dozgeriyê 18 kes bi îdiaya ku “zirar dane malê cemaweriyê” bi daxwaza girtinê şand Dadgeha Cezê ya Nobedar a Geverê. Dadgehê biryara girtina 14 kesan da û 4 kes jî serbest berda.
Her weha li navenda Colemêrgê jî ji 15 ciwanên desteserkirî jê 5 piştî wergirtina îfadeyên wan ên Emniyeta Colemêrgê di 3ê Nîsanê de hatibûn berdan. Ji 10 ciwanan 6 jê şandin Serdozgeriya Komarî ya Colemêrgê. Ji 6 ciwanên ku di 4ê Nîsanê de îfadeyên wan hatin wergirtin 2 bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 4ê din dê îro bişînin dozgeriyê.
Çi bûbû?
Di 31ê Adarê de li Tirkiyeyê û bajarên kurdan hilbijartina herêmî hat kirin.
Li bajarê Wanê namzetê DEM Partiyê Abdullah Zeydan ji sedî 55,48ê dengan bi dest xist û li Wanê bû yekem.
Namzetê AKPê Abdulahat Arvas jî li Wanê ji sedî 27,15ê dengan bi dest xist û bû duyem.
“Roja Îniya 29ê Adara 2024an 5 xulek beriya ku mesai bi qede û du roj pêş hilbijartinê Wezareta Dadê bi biryar û nivîsek îtiraz li mafên qedexekirî yên Zeydanî kiriye. Zeydan di sala 2022an de mafên xwe yên qedexekirî bi dest xistibû û ji bo serokatiya şaredariyê dema serî li YSKyê dabû di hemê kontrolên qanûnî de derbas bûbû.”
Abdûllah Zeydan di hilbijartinê 31ê Adarê de weke Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hat hilbijartin. Lijneya Hilbijartinê ya Bajarê Wanê têkildarî mafê hilbijartinê yê Zeydan lêkolîn da destpêkirin. Her weha lêkolîn bi dawî bû.
Lijneya Hilbijartinê ya Bajarê Wanê dosyaya Şaredarê Wanê Abdullah Zeydan ji dadgeha ku lê dihat darizandin xwest.
Lijneya Hilbijartinê a Bajarî piştî lêkolîna xwe biryar da ku Zeydan nikare bê hilbijartin û mazbata da namzetê AKPê Abdulahat Arvas ku di hilbijartinê de piştî Zeydan wî zêde deng bi dest xistibû.
Welatî piştî vê biryarê li Wanê û gelek deverên din daket kolanan nerazîbûn nîşan dan.
Abdullah Zeydan sala 2016an dema ku parlamenterê HDPyê bû hatibû girtin û bi Selahattîn Demîrtaş re zêdeyî 6 salan di Girtîgeha Edîrneyê de mabû.
Zeydan sala 2022yan hatibû berdan û piştî ku ji girtîgehê derket bi biryara dadgehê qedexeya li ser mafên xwe rakiribû û li ber nemzedbûna wî ti asteng nemabûn.
Bi vê biryara nû re biryara berê ya radestkirina mafên qedexekirî yên Abdullah Zeydan hat betalkirin.
Piştre YSKyê biryar da ku mazbata ya Zeydan e.
(AY)