Li Colemêrgê di encama êrîşê de 4 leşker mirin
Li Esendereya Geverê di encama teqînekê de çar leşker mirin, çar jî birîndar bûn.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li bajarokê Esendereyê yê Gevera Colemêrgê di dema ku wesayita leşkerî derbas dibû de, teqemeniya di rê de hatibû bicî kirin teqiya.
Di encama teqînê de çar leşker mirin, çar jî birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
Êrîş îro di saetên sibê de li navbera Qereqola Susuzkeklik û Herêma Baregeha Aslankarayê pêk hat.
Walîtiya Colemêrgê diyar kir ku êrîş ji hêla PKKyê ve hatiye kirin. (EKN/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.