Di serdegirtinên malan de li Colemêrg û Antalyayê de herî kêm 12 kes hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li navenda Colemêrgê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Hatiye zanîn ku herî kêm 10 kes bi îdiaya "Endamtiya rêxisinê" û "Propagandaya rêxistinê" hatine desteserkirin.
Polîsan kesên desteserkirine birine Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê.
Navên kesên hatine desteserkirin wiha ne:
"Bûrak Ecer, Şukran Ozek, Zubeyîr Akgul, Salîh Yakin, Arîf Dûman, Cevher Erbaş, Rojhat Safali, Abdullah Firtina, Mehmet Demîr û Omer Mete.
Li Antalyayê polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û 2 kesên navên wan nehatine zanîn hatin desteserkirin. Kesên sedema desteserkirina wan diyar nîne birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr.
(AY)