Li Çînê ji ber Covid-19ê hejmara mirîyan gihîştiye 3 hezar û 213 kesan
Li Çînê ji ber vîrûsa Covid-19ê 3 hezar û 213 kes mirîye û 67 hezar û 749 kes jî ji nexweşîyê filitîne û hatine tabûrcî kirin.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Çînê ji ber vîrûsa Covid-19ê 3 hezar û 213 kes mirîye û 67 hezar û 749 kes jî ji nexweşîyê filitîne û hatine tabûrcî kirin.
Di daxuyaniya Komisyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê da hatîye diyarkirin, ku di 24 saetên dawîn da li welêt ji ber vîrûsa covîd-19yê 14 kes mirine û kesên mirî tev li Wuhanê ne.
Li welêt di 24 saetên dawîn da 16 nexweşên din hatîye tespîtkirin û hejmara kesên bi vîrûsê ketine geyîştîye 80 hezar û 860 kesan. Ji van nexweşan 9 hezar û 898 kes di bin tedawîyê da ne.
Li gor daxuyanîyê heta niha 67 hezar û 749 kes çak bûne û çûnin malen xwe.
Herweha li Herêma Îdarî ya Taybeta Hong Kongê jî heta niha 4 kes mirine û hejmara berketîyan jî geyîştîye 148 kesan. (AS/AY/FD)
* Fotograf: AA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.