Fotograf: AA
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî, li Çînê ji ber cureya nû ya vîrusa covîd-19yê di 24 saetên dawîn da 22 kes mirine û 40 nexweşên nû hatine tesbîtkirin.
Herweha hejmara yekûn a miriyan a li welêt 3 jê li Herêma Rêveberiya Taybeta Hong Kongêye, hejmar mirîyan geyîştiye 3 hezar û 122 kesan û hejmara berketîyê vîrûsê jî geyîştiye 80 hezar û 735an.
Dîsa li welêt kesên ku gumanbarê nexweşîyê ye û di bin kontrole da ye hejmara wan 20 hezar û 146 e. Hejmara nexweşên ku baş bûne û çûnin malen xwe 58 hezar û 600 e.
Ji xeynî axa sereke ya Çînê, hejmara berketiyan li Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê derketîye 114an, li Herêma Rêveberiya Taybet Makauyê jî wekî 10 hatiye ragihadin.
Kovîd-19 cara ewil li Vuhana bajarê Hûbeya eyaleta Çînê di 12ê berfanbara 2019an da hatibû tesbîtkirin, di demeke kurt da li bajar û welatên din belav bûbû. Tirkiye jî di nav da gelek welatan welatiyên xwe yên ku li vî bajarê Çînê mehsûr mabûn, texliye kiribûn.
Li ser vê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê "rewşa acil" îlan kiribû.
Wezareta Tendirustiya Iraqê ragihand, îro piştî wergirtina encamên pişkinînên koronavirusê, 6 haletên nû yên tûşbûna bi vê vîrusê li 6 parêzgehên cuda yên wî welatî hatine piştrastkirin.
Hejmara berketên vîrusa covîd-19yê li DYAyê ji 500î derbas bûye
li gor nûçeya dengê amerîkayê, li DYAyê hejmara berketên vîrûsa covîd-19yê ji 500 kesî derbas bûye û hejmara mirîyan jî heta niha herî kêm 21 kes e.
Li Iraqê hejmara berketîyên vîrûsa Kovid-19yê geyîştiye 6an
Li gor nûçeya Rûdawê, Wezareta Tendirustiya Iraqê di daxuyaniyekê da aşkere kirîye, ew 6 kes ji parêzgehên Musena, Enbar, Zîqar, Bexda, Necef û Mîsanê ne û diyar kiriye, ku îro li her yek ji wan parêzgehan tûşbûna kesekê bi vîrusa covîd-19yê hatiye piştrastkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Iraqê, hejmara tûşbûyên vîrusa Koronayê ji destpêkê ve heta niha li wî welatî gihîştiye 61 kesan, ku 6 kes ji wan heta niha mirî ye.
Herweha li Iraqê ku hejmara tûşbûyên vîrusa covîd-19yê heta niha gihîştiye 61 kesan, ji wan 5 kes bi başî tedavi bûne.
Li Îranê ji ber vîrûsê hejmara mirîyan geyîştiye 194 kesan
Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirine derketîye 194an.
Li gor nûçeya AAyê Berpirsyarê Têkiliyên Gel yê Wezareta Tenduristiyê Kiyanuş Cîhanpûr destnîşan kirîye û gotiye di 24 saetên dawîn da ji ber vîrûsa covîd-19yê li tevahiya Îranê 49 kesên din jî mirine û hejmara mirîyan geyîştiye 194an. Hejmara berketîyên vîrûse jÎ geyîştîye 6 hezar û 566 kesan.
Kiyanuş Cîhanpur anîye ziman herî zêde li Tehran, Gîlan, Qum, Mazenderan, Îsfehan, Elburz û Kazvînê kesên bi vîrusê ketine hene û got 2 hezar û 134 kesên baş bûne ji nexweşxaneyê hatine derxistin.
Herweha li Îranê ji ber vîrûsa covîd-19yê beriya newrozê serdana 17 eyaletan hatiye qedexekirin, çûna hemû dibistan û zanîngehan hatine rawestandin, çalakiyên werziş û hunerê jî heta 20ê Adarê hatiye taloqkirin. (AY/FD)
Çavkanî: AA, dengê amerîka, Rûdaw