Fotograf: AA
Li Çînê ji ber şewba vîrusa koronaya nû (2019-nCoV) hejmara kesên ku mirine derket 1114an, hejmara kesên ku vîrus li wan peyda bûye jî derketiye 44 hezar û 653an.
Li gorî daxuyaniya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî (NHC), ji ber şewba vîrusa koronaya nû yek jê li Hong Kongê li ser hev hejmara miriyan derket 1114an.
Hat gotin 8 hezar û 204 jê giran, hejmara kesên ku vîrus li wan peyda bûye jî derket 44 hezar û 653an.
Di daxuyaniyê da hatiye gotin hejmara kesên ku jê dikevin şikê vîrus gihîştiyê wan derketiye 16 hezaran. Hejmara kesên li wan dikevin şikê û tên kontrolkirin jî derketiye 185 hezar û 37an.
Ji xeynî Çînê, hejmara nexweşên li Herêma Rêveberiya Taybet a Hong Kongê derketiye 49an, heta îro jî 4 hezar û 740 nexweş hatine taburcîkirin.
Li Çînê di nav 24 saetan da 97 kes ji ber vîrusê mirin.
Li Çînê li ser hev li 2 hezar û 15 kesên nû de vîrûs peyda bûye ku 1638 jê li eyaleta Hubeyê ye ku navenda vîrusa koronayê ye. (FD)