Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gor nûçeya China Dailyê di şewata ku li Nexweşxaneya Changfeng a Pekîna paytexta Çînê derketiye de 29 kes mirine.
Lî Zongrong, Alîkarê Serokê navçeya Fengtaiyê ku nexweşxane li wir e, gotiye ku ji kesên mirine jê 26 nexweş bûne.
Hatiye diyarkirin ku yên din ferdên malbatê û xebatkarên tenduristiyê ne, her weha bi giştî 71 nexweş ji nexweşxaneyê hatine derxistin.
Rayedarên agirkujiyê diyar kirine ku sedema şewatê ji ber nûkirina avahiyê çêbûye.
Lêpirsîna derbarê şewatê de hatiye destpêkirin didome.(NT/AY)