Fotograf: AA
Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Covîd-19ê berhev dike, li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên koronayê ango Covid-19ê derketiye 5 milyon û 599an.
Welatê ku herî zêde pêketî lê hene bi milyonek û 570 hezar û 583 kesan va DYA ye. Li dû DYAyê bi dorê Rûsya (308 hezar û 705), Îspanya (278 hezar û 803), Brezîlya (271 hezar û 885), Îngiltere (248 hezar û 818), Îtalya (226 hezar û 699), Fransa (180 hezar û 809) û Almanya (177 hezar û 827) tê.
Li Tirkiyeyê jimara kesên ku vîrus kişiya wan derket 151 hezar û 615an.
Di Worldometerê da welatên ku jimara kesên ku vîrus kişiyaye wan ji 50 hezarî derbas bûne, wiha ne:
"Îran (124 hezar û 603), Hindistan (106 hezar û 886), Peru (99 hezar û 483), Çîn (82 hezar û 965), Kanada (79 hezar û 112), Erebistana Siûdî (59 hezar û 854) Belçîka (55 hezar û 791) û Meksîka (54 hezar û 346)."
Şewba Kovîd-19ê di berfanbara 2019an da li bajarê Wuhanê yê Hubeya eyaleta Çînê derket û li tevahiya dinyayê belayî 200î zêdetir welat û herêman bû.
Li seranserê cîhanê 320 hezar û 189 kes ji ber vîrusê mirine.
Milyonek û 970 hezar û 918 kesên ku vîrus kişiya wan, qenc bûn, lê hê 2 milyon û 704 hezar û 525 kesên ku vîrus kişiyayê û tedawî dibin, hene. (FD)