DYA. Fotograf: AA
Li Cîhanê hejmara pêketiyên koronavirusê ango Covid-19ê ji 5 milyon û 500 hezarî derbas bûye. 346 hezar û 761 kes mirine.
Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Covid-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 2 milyon û 303 hezar û 369 kesên bi vîrûsê ketibûn ji şewbê filitîne.
Li gor rêzê welatên ku herî zêde merivên pêketî baş bûne wiha ye:
"DYA (451 hezar û 702), Îspanya (196 hezar û 958), Almanya (161 hezar û 200), Brezîlya (149 hezar û 911), Îtalya (140 hezar û 479), Tirkiye (118 hezar û 694), Rûsya (113 hezar û 299), Îran (105 hezar û 801), Çîn (78 hezar û 268) û Fransa (64 hezar û 617)."
Nexweşiya li Çînê derkete holê li 200î zêdetir welatî belav bûye.
Li cîhanê 5 milyon û 502 hezar û 606 kes bi vîrusê ketine, ji ber vîrusê 346 hezar û 761 kes mirine. (FD)