Li cîhanê hejmara nexweşên Covîd-19ê ji 79 mîlyonî derbas bûye
Li tevahiya cîhanê hejmara kesên bi şewba vîrusa koronayê ya tîpa nû (Covîd-19) ketine ji 79 milyon û 57 hezarî derbas bûye.
.jpg)
Fotograf: AA
Li tevahiya cîhanê hejmara kesên bi şewba vîrusa koronayê ya tîpa nû (Covîd-19) ketine ji 79 milyon û 57 hezarî derbas bûye.
Li gor malpera "Worldometers"ê ya daneyên derbarê Covîd-19ê de berhev dike, heta niha li tevahîya cîhanê milyonek û 737 hezar û 767 kes ji ber vîrusa Covîd-19ê mirine.
Her weha li tevahîya cîhanê heta niha 79 milyon û 57 hezar û 857 kes bi Covîd-19ê ketine û 55 milyon û 649 hezar û 609 kes jî baş bûne.
Li cîhanê welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) ye. Li DYAyê hejmara pêketiyan derketiye 18 milyon û 917 hezar û 152 kesan.
Li DYAyê heta niha 334 hezar û 218 kes ji ber Covîd-19ê mirine.(AY)
*Çavkanî: AA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.