Fotograf: AA
Li gorî malpera"Worldometer"ê ku daneyên derbarê Covîd-19ê de berhev dike, li tevahiya cîhanê heta niha 24 mîlyon û 70 hezarî derbas bûye û 823 hezar û 687 kes jî pê mirine.
Hejmara nexweşan herî zêde li DYAyê ye
Li cîhanê welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, DYA ye. Li DYAyê hejmara pêketiyan derketiye 5 mîlyon û 956 hezar û 36an. 182 hezar û 412 kes jî mirine.
Piştî DYAyê welatên ku hejmara pêketiyan ji 250 hezarî zêdetir e wiha hatine rêzkirin:
"Brezîlya (3 milyon û 674 hezar û 176), Hindistan (3 milyon û 235 hezar û 735), Rusya (970 hezar û 865), Afrîkaya Başûr (613 hezar û 17), Peru (607 hezar û 382), Meksîka (568 hezar û 621), Kolombiya (562 hezar û 128), Îspanya (423 hezar û 224), Şîlî (400 hezar û 985), Îran (363 hezar û 363), Arjantin (359 hezar û 638), Îngiltere (327 hezar û 798), Erebistana Siûdî (309 hezar û 768), Bangladeş (299 hezar û 628), Pakistan (294 hezar û 193), Tirkiye (261 hezar û 194) û Îtalya (261 hezar û 174)."
Welatên hejmara miriyên wan ji 10 hezarî zêdetir in wiha ye:
"Brezîlya (116 hezar û 666), Meksîka (61 hezar û 450), Hindistan (59 hezar û 632), Îngiltere (41 hezar û 449), Îtalya (35 hezar û 445), Fransa (30 hezar û 554), Îspanya (28 hezar û 924), Peru (28 hezar û 1), Îran (20 hezar û 901), Kolombiya (17 hezar û 889), Rûsya (16 hezar û 683), Afrîkaya Başûr (13 hezar û 308) û Şîlî (10 hezar û 958)."(AY/FD)