Fotograf: AA
Li gorî malpera "Worldometer"ê a ku daneyên derbarê Covîd-19ê de berhev dike, li tevahiya cîhanê heta niha 11 milyon û hezar û 23 kes bi Covîd-19ê ketine.
Hejmara pêketiyan herî zêde li DYAyê ye
Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, DYA ye. Li DYAyê hejmara pêketiyan derketiye 2 milyon û 837 hezar û 189an.
Welatên ku hejmara pêketiyan ji 50 hezarî zêdetir e
Piştî DYAyê welatên ku hejmara pêketiyan ji 50 hezarî zêdetir e wiha hatine rêzkirin:
Brezîlya (milyonek û 501 hezar û 353), Rûsya (667 hezar û 883), Hindistan (627 hezar û 168), Îspanya (297 hezar û 183), Perû (292 hezar û 4), Şîlî (284 hezar û 541), Îngiltere (283 hezar û 757), Îtalya (240 hezar û 961), Meksîka (238 hezar û 511), Îran (232 hezar û 863) û Pakistan (221 hezar û 896) ne.
Li Tirkiyeyê jî hejmara kesên bi Covîd-19ê ketine, gihaştiye 202 hezar û 284 kesan.
"Erebistana Siûdî (197 hezar û 608), Almanya (196 hezar û 717), Afrîkaya Başûr (168 hezar û 61), Fransa (166 hezar û 378), Bangladeş (153 hezar û 277), Kolombiya (106 hezar û 110), Kanada (104 hezar û 772), Qatar (97 hezar û 897), Çîn (83 hezar û 542), Misir (71 hezar û 299), Swêd (70 hezar û 639), Arjantîn (69 hezar û 941), Belarus (62 hezar û 698) Belçîka (61 hezar û 727), Ekvador (59 hezar û 468), Endonezya (59 hezar û 394), Iraq (53 hezar û 708) û Hollanda (50 hezar û 335)."
Vîrusa Covîd-19ê ya ku li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derketiye holê ji 200î zêdetir welatî belav bûye. Heta niha li seranserê cîhanê 524 hezar û 406 kes bi Covîd-19ê mirin e.
Heta niha 6 milyon û 162 hezar û 463 kes ji nexweşiyê filitîne û baş bûne. Dermankirina 4 milyon û 314 hezar û 154 nexweşan jî dewam dike. (AY/FD)