Li tevahiya cîhanê hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Covîd-19) mirine gîhaştîye mîlyonek û 2 hezar û 452an. 33 milyon û 310 hezar û 953 kes jî bi nexweşiyê ketine.
Li gorî malpera"Worldometer"ê ku daneyên derbarê Covîd-19ê de berhev dike, li tevahiya cîhanê heta niha 33 mîlyon û 310 hezar û 953 kes bi Covîd-19ê ketine û mîlyonek û 2 hezar û 452 kes jî pê mirine.
Heta niha 24 milyon û 639 hezar û 64 kes ji vîrusê filitîne û baş bûne. Li tevahîya cîhanê 7 milyon û 669 hezar û 437 kes ji ber vîrusê têne dermankirin.
Hejmara nexweşan herî zêde li DYAyê ye
Li cîhanê welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, DYA ye. Li DYAyê hejmara pêketiyan derketiye 7 milyon û 321 hezar û 343an û heta niha 209 hezar û 453 kes jî pê mirine.
Piştî DYAyê welatên ku hejmara pêketiyan ji 300 hezarî zêdetir e weha hatine rêzkirin:
"Hindistan (6 milyon û 74 hezar û 702), Brezîlya (4 milyon û 732 hezar û 309), Rûsya (milyonek û 151 hezar û 438), Kolombiya (813 hezar û 56), Peru (805 hezar û 302), Îspanya (735 hezar û 198), Meksîka (730 hezar û 317), Arjantîn (711 hezar û 325), Afrîkaya Başûr (670 hezar û 766), Fransa (538 hezar û 569), Şîlî (457 hezar û 901), Îran (446 hezar û 448), Îngiltere (434 hezar û 969), Bangladeş (359 hezar û 148), Iraq (349 hezar û 450) Erebistana Siûdî (333 hezar û 193), Tirkiye (314 hezar û 433), Pakistan (310 hezar û 841), Îtalya (309 hezar û 870) û Fîlîpîn (304 hezar û 226)."
Welatên hejmara miriyên wan ji 10 hezarî zêdetir in wiha ye:
"Brezîlya (141 hezar û 776), Hindistan (95 hezar û 574), Meksîka (76 hezar û 430), Îngiltere (41 hezar û 988), Îtalya (35 hezar û 835), Peru (32 hezar û 262), Fransa (31 hezar û 727), Îspanya (31 hezar û 232), Îran (25 hezar û 589), Kolombiya (25 hezar û 488), Rûsya (20 hezar û 324), Afrîkaya Başûr (16 hezar û 398), Arjantîn (15 hezar û 749), Şîlî (12 hezar û 641), Ekvador (11 hezar û 279) û Endonezya (10 hezar û 386)."(AY/FD)
*Çavkanî: AA