Li cîhanê hejmara kesên bi Covîd-19ê ketine ji 57 mîlyon û 239 hezarî derbas bûye
Li tevahiya cîhanê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Covîd-19) ketine ji 57 milyon û 239 hezarî derbas bûye.

Fotograf: AA
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) lê hatiye tespîtkirin ji 57 milyon û 239 hezarî derbas bûye.
Li gorî "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Covîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha milyonek û 365 hezar û 695 kes ji ber nexweşîyê mirine. 57 milyon 239 û hezar û 964 kes jî pê ketiye.
39 milyon û 734 hezar û 942 kes ji nexweşiyê filitîne û baş bûne.
Li tevahiya cîhanê dermankirina 16 milyon û 139 hezar û 327 kesên ku nexweşên didome.
Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derketiye 12 milyon û 70 hezar û 712yan û ji ber şewbê heta niha 258 hezar û 333 kes jî mirine.(AY)
*Çavkanî: AA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.