Fotograf: AA
Li gorî malpera"Worldometer"ê ku daneyên derbarê Covîd-19ê de berhev dike, li tevahiya cîhanê heta niha 22 mîlyon û 875 hezar û 61 kes bi Covîd-19ê ketine û 797 hezar û 274 kes jî pê mirine.
Hejmara nexweşan derketiye 22 milyon û 875 hezar û 61 kesan û 15 milyon û 527 hezar û 422 kes jî baş bûne.
Li tevahiya dinyayê 6 milyon û 550 hezar û 365 kes hê nexweş in û tên dermankirin.
Hejmara nexweşan herî zêde li DYAyê ye
Li cîhanê welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, DYA ye. Li DYAyê hejmara pêketiyan derketiye 5 mîlyon û 746 hezar û 534an. 177 hezar û 426 kes jî mirine.
Piştî DYAyê welatên ku hejmara pêketiyan ji 250 hezarî zêdetir e wiha hatine rêzkirin:
"Brezîlya (3 milyon û 505 hezar û 97), Hindistan (2 milyon û 910 hezar û 32), Rûsya (946 hezar û 976), Afrîkaya Başûr (599 hezar û 940), Peru (567 hezar û 59), Meksîka (543 hezar û 806), Kolombiya (513 hezar û 719), Îspanya (404 hezar û 229), Şîlî (391 hezar û 849), Îran (352 hezar û 558), Îngiltere (322 hezar û 280), Arjantîn (320 hezar û 884),Erebistana Siûdî (303 hezar û 973), Pakistan (291 hezar û 588), Bangladeş (287 hezar û 959), Îtalya (256 hezar û 118) û Tirkiye (254 hezar û 520)."
Welatên hejmara miriyên wan ji 10 hezarî zêdetir in wiha ye:
"Brezîlya (112 hezar û 423), Meksîka (59 hezar û 106), Hindistan (55 hezar û 2), Îngiltere (41 hezar û 403), Îtalya (35 hezar û 418), Fransa (30 hezar û 480), Îspanya (28 hezar û 813), Peru (27 hezar û 34), Îran (20 hezar û 264), Rûsya (16 hezar û 189), Kolombiya (16 hezar û 183), Afrîkaya Başûr (12 hezar û 618) Şîlî (10 hezar û 671)." (AY/FD)