Li Çewlikê li 30 herêman qedexeya derketina derve hat ragihandin
Li navçeya Gêncê ya Çewlikê beriya ku operasyon bê lidarkevin li 30 gund û taxan qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Çewlikê, 5ê Hezîranê saet piştî 00.00ê li herêmên ku wê operasyon bêlidarkevin ji bo ewlekariya can û mal û milkên gel, di çarçoveya xala 11/C ya Yaseya Rêveberina Bajarê ya hejmar 5442yê, ji bo ku welatî zirarê nebînin qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.
Herêmên ku biryara qedexeyê hatiye ragihandin wiha ne: Gund û taxên Kazancık, Açıkalın, Olgunlar, Köklü, Büyükçağ, Gümüşlü, Yuvalı, Aslancık, Üzümcük, Kirişli, Hasenan, Taşkapı, Mezraa, Varvusen, Coşkunlar, Mezra, Yolaçtı, Kaynaklı, Toklu, Akpınar, Herkir, Kayacık, Yürekli, Doğanlar, Karzel, Kaygısız, Kaymaz, Sevimli, Sağgöze Yenice. (NV/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.